IraqNûçeRojhilatanavin

Emar Hekîm: Kes nikare pişta xwe bi rewşa hêzên siyasî yên Iraqê ve girêde

Seyîd Emar Hekîm, roja çarşemiyê li axiftinekê, bal kişand ser nezelaliya dahatiyeka Iraqê û ji destdayîna rêzaniyeka dirûst a siyasî li Iraqê û ji hemû aliyên siyasî xwest ku hevdu xirab nekin û dijî hevdu nexebitin.

Wî îstîzahkirin mafê rewa û qanûnî yê nûnerên meclisê da zanîn ku li qanûna bingehîn a Iraqê, rê li wê hatiye girtin, lê di eynî demê de ev yeka jî got ku nabe ku eva bibe cihê tolhildan û raberkirina meselên taybet.

Gotinên Emar Hekîm, têkildarê alûgorên siyasî yên vê dawiyê ye ku li du heftiyên buhurî bûn sedema wêdeçûna wezîrê berevaniyê ji posta xwe û wezîrê daraiyê jî li civîna parlimanê ya roja sêşemiya buhurî, nekarî ku bi bersivên xwe nûneran îqna bike.

Pêvajoya siyasî ya Iraqê ji du heftiya beriya niha ve bi îstîzaha du wezîrên berevanî û daraiyê yên li meclisa vî welatî, derbasî qonaxeka nû ya ji mesela yeksalî bû ku ji hawîna sala buhurî ve dest pê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu