IraqNûçeRojhilatanavin

Li Silêmaniyê di nav hefteyekê de herî kêm 10 caran agir bi kewşen ketiye

Li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê di nav hefteyekê de herî kêm 10 caran agir bi daristan û kewşen ketiye û bi hezaran donim erd û daristan şewitiye.

Rêveberiya polîsê daristan û jîngeha Silêmaniyê ragihandiye, di heyama hefteyekê de herî kêm 10 caran şewat li Qeredax, Pêncwên, Axceler û Mawetê qewimiye û agir bi kewşen, daristan û zeviyan ketiye.

Li gorî daxuyaniya rêveberiya polîsê daristan û jîngehê, ji ber wan şewatan nêzîkî 5 donim zevî, erd û daristan şewitiye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku her sal bi hatina havînê re rûdanên şewatê zêde dibin ji ber ku kewşen û sirûşt zuha dibin, çirûskek biçûk agir dibe sebeba şewatek mezin.

Rêveberiya polîsê daristan û jîngeha Silêmaniyê daxwaz ji welatiyan jî kiriye, di wextê seyranê de gelekî hişyar bin her wiha eger li cihekî şewat hebe demildest dezgehên pêwendîdar agahar bikin.

Başa dön tuşu