Serokê hevalbendiya neteweyî ya şîeyên Iraqê ragihand plana aşitiya neteweyî ya saziyên curbicur ên vî welatî piştî azadkirina Mûsilê ji destê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê dê were hilêxistin.
Emar Hekîm, Serokê hevalbendiya neteweyî ya şîeyên Iraqê îro yekşemiyê li Bexdayê bal kişand ser pêwîstiya plana aşitiya Neteweyî ya saziyên curbicur ên vî welatî û got: Ev palna stratejîk e û armanca wê parastina yekitî û yekperçetiya Iraqê ye.
Hekîm bal kişand ser vê yekê ku plana aşitiya neteweyî, qatil û sûçkarên ku destê wan bi xwîna xelkê Iraqê lewitiye nagire ber xwe û diyar kir ciwan ku sedî 90 ê nifûsa Iraqê pêk tînin, divê rola xwe li geşatiya çandê û nîşandayîna giringiya yekperçetiyê li civaka Iraqê cih bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)