NûçeRojhilatanavinSûriye

Emerîka baregehên eskerî yên nû li Sûriyê ava dike

Di dewama bicihbûna neqanûnî ya emerîkiyan li Sûrîyê de, artêşa wî welatî navendên operasyonî û navendên nû li bakurê Sûriyê ava dike.

 Li gorî rapora Sputnik`ê,artêşa Emerîkayê meqereke  eskerî ya nû li başûûrê rojhilata  parêzgeha  Dêrzaorê nêzîkî meydana  niftê ya Ek-Emerê meydana  herî mezin aniftê ya Sûriyê û li 10 km ya  rojhilata  çemê Firatê ava dike.

Çêkirina  vê meqera eskerî dibe sedem eskerên emerîkî  kontrola riya peywedniyê ya  navbera du meydanên  niftê yên  El-Tenek û El-Emerê bi dest bixin.

Çavkaniyên  nûçan her wiha li bara biryara ji bo berfirehkirina meqera eskerî ya Serînê li bakurê rojhilata parêzgeha Helebê û nêzîkî başûrê bajarê Kobaniyê ku di kontrola Yekînên Parastina Gel (YPG)a kurdên Sûriyê de ye, agahî dan.

Serîn duwemîn meqera  mezin a eskerên emerîkî li Sûriyê tê hesab û artêşa Emerîkayê vê meqerê wek balefrgeha helîkopteêm xwe yên eskerî bi kar tîne û radarên  li dijî hewayî û piraniya sîstemên iliktronîkî yên xwe li vê meqerên  damezrandiye.

Çavkaniyên herêmî avakirina meqerên eskerî yên Emerîkayê li Sûriyê ku ji Tebaxê ve destpê bûye, nîşan dide ku Waşengton dixweze bo mideheke dirêj li navçê bimîne û got: Artêşa Emerîkayê her wiha  îmkanatê eskerî li nvaçên xelknişîn li rojhilat û rojava  bajarê Qamişliyê ava dike.

Emerîkayê çêkirina  navendên xwe yên eskerî li Sûriyê ji Cotmeha sala 2015`an  destpê kir. Waşengtonê du meqerên hewayî li nêzîkî bajarê Hesekê û heşt navendên operasyonê li bajarê Reqa û Minbicê li bakurê Sûriyê çêkirin.

Emerîkayê li salên derbasbûyî bi caran bi mehna rawestana  li ber komên  terorîstî, xelkê sivîl li Sûriyê û Iraqê daye ber êrişan.

Başa dön tuşu