Di dewama bicihbûna neqanûnî ya emerîkiyan li Sûrîyê de, artêşa wî welatî navendên operasyonî û navendên nû li bakurê Sûriyê ava dike.
Li gorî rapora Sputnik`ê,artêşa Emerîkayê meqereke eskerî ya nû li başûûrê rojhilata parêzgeha Dêrzaorê nêzîkî meydana niftê ya Ek-Emerê meydana herî mezin aniftê ya Sûriyê û li 10 km ya rojhilata çemê Firatê ava dike.
Çêkirina vê meqera eskerî dibe sedem eskerên emerîkî kontrola riya peywedniyê ya navbera du meydanên niftê yên El-Tenek û El-Emerê bi dest bixin.
Çavkaniyên nûçan her wiha li bara biryara ji bo berfirehkirina meqera eskerî ya Serînê li bakurê rojhilata parêzgeha Helebê û nêzîkî başûrê bajarê Kobaniyê ku di kontrola Yekînên Parastina Gel (YPG)a kurdên Sûriyê de ye, agahî dan.
Serîn duwemîn meqera mezin a eskerên emerîkî li Sûriyê tê hesab û artêşa Emerîkayê vê meqerê wek balefrgeha helîkopteêm xwe yên eskerî bi kar tîne û radarên li dijî hewayî û piraniya sîstemên iliktronîkî yên xwe li vê meqerên damezrandiye.
Çavkaniyên herêmî avakirina meqerên eskerî yên Emerîkayê li Sûriyê ku ji Tebaxê ve destpê bûye, nîşan dide ku Waşengton dixweze bo mideheke dirêj li navçê bimîne û got: Artêşa Emerîkayê her wiha îmkanatê eskerî li nvaçên xelknişîn li rojhilat û rojava bajarê Qamişliyê ava dike.
Emerîkayê çêkirina navendên xwe yên eskerî li Sûriyê ji Cotmeha sala 2015`an destpê kir. Waşengtonê du meqerên hewayî li nêzîkî bajarê Hesekê û heşt navendên operasyonê li bajarê Reqa û Minbicê li bakurê Sûriyê çêkirin.
Emerîkayê li salên derbasbûyî bi caran bi mehna rawestana li ber komên terorîstî, xelkê sivîl li Sûriyê û Iraqê daye ber êrişan.