NûçeRojhilatanavin

Emerîka: Rêber ê nû yê Bizav a Talîban ne terorîste

Emerîka di ragehîne: Rêber ê nû yê Bizav a Talîban  a Efxanistanî di nav lîst a daxwazkirê yên hikumet a Emerîkayê de nebûye û bi tîrorist nehatîye nasîn.

Mark Toner, gotebêj ê wezaret a derve ya Emerîkayê ragehand: Destnîşankirin a Heybetûllah Axundzade, wek rêber ê Bizav a Talîban, delîveyek a başe bo vegerrandin a akincî û tenahîyê bo Evxanistanê û dawîhînanê bi şerr ê çend salî yên di navber a wî welatî û Bizav a Talîban.

Herweha gotebêj ê wezaret a derve ya Emerîkayê, ew jî aşkera kir ku hêvîdare emîr ê nû yê Talîban danûstan û aştîyê bihilbijêre û waz bihîe ji tîror û şerr û kujtinê.

Herweha Mark Toner diragîne ku di nav lîst a tîrorist ên daxwazkirî ji alî yê hikumet a Emerîkayê ve, nav ê emîr ê nû yê Talîbanê têde nîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu