CîhanErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Emerîka şirîkê cinayeta hevalbendiya siûdî li Yemenê

Sinatorê emerîkî, dewleta Emerîkayê ji ber piştgiriya çek û sîlehî ji Riyazê, şirîkê cinayetên Erebistana Siûdî li Yemenê da zanîn.

 Li gorî rapora ajansa nûçana  Misrê, Bêrnî Senders (Bernie Sanders), sinatorê xweser a emerîkî got ku dewleta Emerîkayê bi piştiriya  ji hevalbendiya  erebî bi serokatiya Erebistanê, ji bo êrişa ser Yemenê, şirîkê cinayeta Rejîma Alê Siûd e.

Senders wek beretka li hember êrişa balefirên cengê yên Erebistanê û Îmaratê ser ûtûbûsekek hilgirê zarokên yemenî li Sedeyê got: Waşengton bi piştgiriya  çek û sîlehî û pêkanîna  rewşê ji bo wergirtina ardûyê ya balefirên cengê yên  hevalebdniya erebî û alîkariyên  operasyonî li vê cinayetê hevdest e.

Wezareta karên derve ya Emerîkayê wek berteka li hember vê êrişê bêyî şermezarkirina wê ji Erebistanê xwest ku li vê barê lêkolîneke  tam û tekûz  raber bike.

Wezareta Tendrustiyê ya Yemenê ragihand ku li encama  êrişa roja Pêncşemiyê ya balefirên cengê yên hevalbendiya  destdirêjkiran bi serkirdetiya  Erebistanê ser ûtûbûsa hilgrê zarokên yemenî li bajarê Zehyanê ya parêzgeha  Sedeyê, 5 kes hatin kuştin û 77 kes jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu