Emerîkayê firotina cebilxanên eskerî bi qasî 7 milyar dularî bo çar welatên erebî pesend kiriye.
Li gorî rapora Reutersê ev cebilxane mûşek û balefirên eskerî digrin ber xwe ku piraniya wan dê bên şandin bo Erebistanê.
Li gorî vê raporê Pêntagonê peymaneke 3 milyar û 510 milyon dular jibo firotina 48 helîkopterên Şînok ê guhestinê yên CH-47F bi matora pêtek û reşaşê bo ERebistanê eşkere kir.
Yekî din ji peymanên hanê peyameke 3 milyar û 500 milyon dularî jibo guhestina 27 Apaçiyên AH-64E bo Îmaratê ye.
Emerîka li halekê Yekitiya xwe ya bihellahella bi Erebistanê re diparêze û tim çekên xwe difroşe vî welatî ku Erebistanê ji sala 2015an ve operasyona xwe ya eskerî li dijî xelkê sivîl ê Yemenê destpê kiriye. Wer xûya dike Emerîka dixweze çavên xwe ser binpêkirina berdewam mafên mirovan ji aliyê Erebistanê girêde. (BANGÊ ÎSLÂMİ)