FilistînÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Êmîl Lehûd: “Îran û Hizbullahê tevahiya hisabên Israîlê li navçeyê li hev xistin“

Serokomarê berê yê Libnanê lis er rola girîng a Komara Îslamî ya Îranê û Hizbullaha Libnanê li perîşanîya Israîlê û tevlihevkirina hisabên vê rêjîma dagirker li navçeyê pêgirî kir.

Êmîl Lehûd, Serokomarê berê yê Libnanê li hevpeyivîna bi kanala cîhanî ya El Koserê destnîşan kir: “Gotinên seyd Hesen Nesrullah, sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê li bara seferberbûna bi miliyonan hêzên Berxwedanê bo Filsitînê ji bo berevaniya ji Qudsê her wiha ragihandina piştevaniya serdar Qasim Silêmanî, fermandarê hêza Qudsê ya Sipahê pasadrên Înqilaba Îslamî ya îranê  ji vê yekê, bûye sedema fukara israîliyan û ewna neçar kirine ku venihêrînekê li hisabên xwe pêk bînin.

Serokoamrê berê yê Libnanê got: “Paşvekişiyana Israîlê ji sînorên başûrê Libnanê di sala 2000`î da û  têkçûna vê rêjîmê li şerê 33 rojî di Havîna sala 2006an da ji cîhanê ra selimand ku dema ku  komeka bibiryar ku mafê xwe dizane li ber xwe bide, çiqasî jî dijmin bihêz be, têk diçe“.

Êmîl Lehûd derbarê sedema dijayetiya xwe digel istandina çeka Berxwedanê got: “Têkbirina Berxwedanê ne hêsan e, ji ber ku weke artêşê cihekî taybet ji bo bicihbûnê tune û çeka Berxwedanê divê di destê hêzên wê da bimîne, ji ebr ku tevgera Berxwedanê artêşa Libnanê dikemilîne“.

Serokomarê berê yê Libnanê bal kişande ser biryara vê dawiyê ya Yekîtiya Ereban a danîna navê Hizbullahê li lîsteya Rêxistinên Têrorîst û destnîşan kir: “Ev kar ne tenê cîgeha Hizbullahê li welatên erebî û îslamî lawaz nake, belkî wê xurt dike“.

Lehûd her wiha derheq biryara Donald Trump li dijî Qudsê got: “Ew dixwaze serneketina li hundirê Amerîkayê bi serketina li derve cubran bike; Her wiha dewleta Amerîkayê gellek di bin bandora Lobiya Siyonîsmê ye“.

Serokomarê berê yê Libnanê got: “Quds cihekî pîroz ji bo misilman, xirîstiyanî û cihûyan e“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu