AborîCîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

“Bedêla şerê li Sûriyeyê” 226 milyar dolar e

Li Libnanê li Zanîngeha Amerîkanê ya Beyrûtê (AUB) di konferansa ku der heqê encamên civakî û aborî yên şerê li Sûriyeyê hat kirin de rapora Bankaya Cîhanê ya bi serenava “Bedêla Şer” hat qisekirin.

Ekonomîstê Biqidem ê Bankaya Cîhanê Onder qal kir ku di rapora ku du meh berê hat weşandin de ji destpêka şerê li Sûriyeyê heta sala 2017an xirabûna aborî û civakî ya van 6 salan de hesab kirin û daneyên zanistî yên ku bi dest xistin bi mînakên ji sehayê re li ser sekinîn.

Onder got ku şerê ku ev 6 sal in li Sûriyeyê berdewam e heta niha bûye sedemê 226 milyar dolar zirarê û heke şer îro xilas bibe jî heta ku aboriya Sûriyeyê ser xwe ve bê dê gelek wext derbas bibe. (BANGÊ ÎSLÂM)

Başa dön tuşu