NûçeEwropaÎranRojhilatanavin

Emîr Abdullahiyan Ewropa hişyar kir

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li peywendiya telefonî bi hevtayê xwe yê Îtalyayê re eşkere kir ku eger YE destpêşxeriyeke bilez û bê pîvan bi kiryarên dualî bike, divê çaverê bertekên bibandor ji Îranê be.

Wezîrê Derve yê Îtalya Luigi Di Maio îro danê sibê bi rêya telefonê bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan re axivî.
Di hevdîtinê de Emîr Ebdullahiyan got: Komara Îslamî ya Îranê ku baweriya pratîkî bi azadiyê heye, hertim daxwazên aştiyane yên xelkê berçav digire.

Emîr Ebdullahiyan got: Di bûyerên vê dawiyê de destêwerdanên derve, pêkhateyên rêxistinî û terorîstan kombûnên aştiyane yên xelkê ber bi tundî, kaos û kuştina xelkê bêguneh, polîs û pasewanan ve birin… Em ji helwest û destwerdanên hin berpirsên ewropî yên vê dawiyê ne razî ne. bûyerên. Eger Yekîtiya Ewropayê dixwaze pêngaveke dualî, bilez û nefikirî bavêje, divê li benda kiryara bibandor û berevajî ya Komara Îslamî ya Îranê be.”

Li hevdîtinê de wezîrê karên derve yê Îtalyayê her wiha ragihand ku ew giringiyê didin peywendiyên digel Komara Îslamî ya Îranê û piştgiriyeke mezin didin karên Îranê li rêketinama navokî ya BERCAMê.

Başa dön tuşu