ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîr Ebdillahiyan: Sênaryo çêkirina Siyonîstan li Danîmarkayê dê bêbersiv nemîne

Destyarê taybet ê Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê li karên Navneteweyî got: Sênaryoyên siyonîstan li Danîmarkayê li dijî pêwendiyên navbera Têhranê û Ewropayê û hewildanek ji bo derbelêdana aborî li Îranê ye û dê bêbersiv nemîne

.Dewleta Danîmarkayê berêvariya Sêşemiyê di dewama  helahelaya hn welatên ewropî li dijî Îranê, Têhran bi sûcê hewildana ji bo pêkanîna operasiyoneka têrorê li axa Danîmarkayê tawanbar kir û balyozê Komara Îslamî ya Îranê li wî welatî hazir kir.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Destyarê taybet ê Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê li karên Navneteweyî, Hisên Emîrevdillahiyan li ser rûpela xwe ya Twitterê her wiha nivîsî: Amûra boykotan êdî kêrhatî nîne û sepandina dora nû ya boykotan li dijî Îranê, ji billî tekrîka derûnî û rewanî, dê tu encam û destkeftek ji bo Amerîkayê tunebe.

Biryar e ku dora duyem a boykotên Amerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê ji roja 4ê Mijdara 2018an da li pişka Bankî, danûstandinên malî û firotina pêtrola Îranê cih bê.

Amerîkayê heta roja 4ê Mijdarê dem ji bo bikirên nifta Îranê diyar kiriye ku asta kirrîna niftê ji Îranê bigihînin sifir.

Lê tiştê ku ji rastiya niha ya bazarên cîhanî yên pêtrolê tê dîtin, wêdadayîna tam a Îranê wek sêyemîn bifiroşê pêtrolê li Rêxistina Welatên Derfiroşê Niftê (OPEC) nepêkan e.

Başa dön tuşu