Huseyn Emîr Ebdullahiyan alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî roja înê li hevdîtona Borgê Brendê wezîrê karên derve yê Norwejê li Têhranê bal kişand ser vê yekê ku serokkomarê Sûriyê nikare li hember binpêkirina ewlehiyê û aramiya welatê wî û liv û tevgerên terorîstî ku bi piştgiriya biyaniyan cih tê bêdeng û sersar be û got nabe çavrê bin Esed kilîla hikûmetê bispêre destê neyaran.
Emîr Ebdulahiyan destnîşan kir: Ger Emerîka û Erebistan mudaxile nekirana û ji terorîstan û grûpên çekdar piştgirî nekirana niha Qeyrana Sûriyê ji riya siyasî çareser bibû.
Alîkarê serokê parlemana Îranê helwesta Îranê li hember qeyarna Sûriyê û gotûbêjên siyasî û xwedûrkirina ji şêwazên ewlehiyê û eskeriyê da zanîn û got : Îran tim alîkariyên xwe yên musteşarî bo Iraq û Sûriyê jibo rawestana li ber terorîzmê didomîne.
Emîr Ebdulahiyan Her wiha destnîşan kir: Betalkirina mafê welatîbûnê ya şêx Îsa Qasim rêberê şîeyên Behreynê, li dij prensîpên însanî bûye û betalkirina mafê welatîbûnê ya vî rûhaniyê bilindqedr mînakeke eşkere ji rola mafên mirovan li Behreynê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)