NûçeÎranRojhilatanavin

Emîr-Ebdullahiyan: Almanya bi salan e ku Mafên Mirov binpê dike

Wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hemberî axaftina Wezîra karên derve ya Almanyayê di civîna taybet a Konseya Mafên Mirov a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) da got: Almanya bi salan e ku Mafên Mirov binpê dike.

Konseya Mafên Mirov a NY roja Pêncşemiyê bi 25 dengên Erê, 6 dengên Na û 15 dengên Bêla biryarnameyeke dijî Îranê li ser tiştê ku Rewşa mafên mirov li Îranê hatiye zanîn, derxist. Annalena Baerbock wezîra derve ya Almanyayê di axaftina xwe ya di vê civînê da hevdeng digel welatên rojavayî nîgeraniya xwe derheq rewşa Mafên Mirov li Îranê anî ziman.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê di twittera xwe da nivîsî: Rejîma Berlînê wek dabînkera sereke ya çeka kîmyewî ya Sedam li dijî gelê Îran û derfetxwazên din bi salan e ku bi boykotên xwe yên nemirovî û needlane, Mafên Mirov bi awayekî berfireh binpê kirine.

Wî her wiha nivîsî: Aniha ew bi durştî amûrên Mafên Mirov bi kar tînin da ku zêdetir ji berê kiryarên dijî Mafên Mirov li hemberî gelê me pêk bînin û ev gişt bi navê “Hevgirtin”a derew digel Îraniyan pêk tên.

Başa dön tuşu