FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Emîr Ebdullahiyan: Çêkirina mûşekê li Gazayê, alûgura nû li navçê

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî, berhemanîna roket û mûşekan li Gazaya dorpêçkirî, alûgureka nû li navçê da zanîn.

 Huseyn Emîr Ebdulahiyan,alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî duşemiyê şevê li bernama gotûbêja taybet a kanala du ya televîzyona  Îranê got: Li haleeê ku  rewşa Gazayê roj bi rojê dijwartir dibe, rewşa berxwedanê li hember siyonîstan baştir dibe.

  Emîr Ebdulahiyan bal kişand  ser êrişên vê dawiyê yên siyonîstan ser zîvala Gazayê û got: Li gor dawîn hevhatinê qirar bû siyoîst gullê navêjin ser filistîniyan lê  wan ev hevhatina binpê kirin û û bi bersivên giran yên hêzên berxwedanê rûbirû bûn bi curekê ku  di demeke kurt de nêzîkî 700 mûşek û rokêt ber bi bajarokên  siyonîstnişîn hatin avêtin.

 Dewra nû ya pevçûna Rejîma Siyonîstî bi komên berxwedana  filistînî ji roja şemiyê bi êrişa helîkopterên  eskerî yên Rejîma  dagirkir ser navçên xelknişîn ên Gazayê destpê bû û bi berteka qahêm a berxwedanê serê axir hat rawestandin.

Başa dön tuşu