ÎranNûçeRojhilatanavin

Nêrîna rêberê giranqedir ê Inqilabê: Mizgevt navendên berxwedana çandî ne

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî, rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî pêkutî kir ku meçît, “ pêgeha çalakîyên civakî“ ye û roleke bingehîn li bihêzkirina fikrê gel û handana wan jibo karên curbicur ên civakî heye.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî îro li hevdîtina tev pêşnimêjên mizgevtên parêzgeha Têhranê, mizgevt “ navika berxwedanê“ nemaze berxwedana çandî zanîn û got ku heke berbend û hesara çandî nebe, yê her tişt ji dest here. Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî, avakirina mizgevtan yek ji însîyatîf û xuliqkarîyên islamê jibo pergalkirina civînan û têkilîyên gel ser bingeha zikir, nimêj û bibîranîna Xwedê bi nav kir.

Wî her wiha got: Mizgevt di dîroka islamê da navendek jibo rawêjkarî, hevkarî û biryardayîna li bara meseleyên girîng ên civakî, sîyasî û serbazî bûye. Mizgevt ji yekemîn sazî û dezgehan bûye ku di destpêka islamê da û dema hicreta resûlê ekrem (S) ji Mekê ber bi Medînê pêk hat.

Meçîtê roleke berbiçav li dîrokê islamê heye û vê rolê berebere jibilî ber û layên civakî û çandî, ber û layên aborî û sîyasî jî girtîne ber xwe û berfire bûye. Meçît cîyê kombûna gel jibo ibadekirinê û herwiha hevkarî û şêwirîna li bara karên sîyasî û çandî ye. Islam şehed û belgeya bandordanîna mizgevtan li karên çandî û civakî û meşandina civakê ber bi pêketin û bextewerîyê ye. Şopandina karên girîng ên wek birêxistina nimêja cimaetê, dadwerî, komkirin û amadekirina hêzan û ragihandina şer û aştîyê di dema pêxemberê ekrem (S) da li mizgevtan pêk dihatin.

Rola mizgevtan li bihêzkirina karên çandî û civakî girîng û bibandor e û gel li hemberî têketin û bandora çandî ya dijminan haydar dike. Bi gotneke din mirov dikare bêje berxwedana çandî, berbendek li hemberî têketin û bandora nerm a dijminan e û rola mizgevtan li bihêzkirina vê berbendê duqat e. Bihêzkirina nirxên islamî, ibadetkirinê û îmana gel, berbendeke qahîm li hemberî şerê nerm ê dijminan e û çiqasî xîmên navenda çandî qahîm bin, yê serketinên sîyasî, civakî û serbazî berbiçavtir û zêdetir bibin. Tecrubeya serketina Inqilaba Islamî jî mînaka berbiçav a bandordanîna mizgevtan e. Aşkirakirina sîyasetên dijî ol û çandê yên rêjîma paşatîyê û aşkirakirina sîyaseta vê rêjîmê ya hewcedarî û girêdayîbûna li welatên rojavayî û pergala serdest, ji mizgevtan destpê bû û li dawîyê, inqilaba gelê Îranê pêk hat û giheşte encamê. Inqilaba islamî bi palpiştîya meinewî ya îmana xelkê, muadileyên sîyasî yên navçe û cehanê guhertin û li gorî gotina rêberê giranqedir ê Inqilabê erdhejek li ruknên pergala serdest pêk anî.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî got ku heke îman û pêbendîya gel li dînê islamê neba, Îran jî yê wek welatên din biçûya bin sîwana Amerîkayê, loma dijminan û Amerîkayê kîn û dijminatîyeke kûr û bêdawî li hemberî îmana gel hene. Inqilaba çandî û meinewî ya Îranê ku piştî 37 salan bûye hêza kêrhatî û bibandor a sîyasî û serbazî li navçê û cehanê, hela jî li ber êrişa dijminan û di serî da li ber êrişa Amerîkayê ye. Armanca sereke ya dijminan, ciwanên Îranê û lawazkirina îman û bawerîyên wan e ta ku bi rêka çandî xîmên pergala Îranê sist û lawaz bike.

Di rewşeke viha da li gorî gotina Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî, mizgevtan û pêşnimêjan roleke girîng li haydarkirin û bihêzkirina navenda berxwedana çandî hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu