NûçeÎranRojhilatanavin

Emîr Ebdullahiyan: Em ewlehiya herêmê deyndarê hewldanên şehîd Silêmanî ne

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Ewlehiya niha ya welatên navçeyê bi saya hewlên şehîd Qasim Silêmanî fermandarê berê yê Sipaha Qudsê ya Pasdarên Inqilaba Îslamî ye.Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan roja Çarşemiyê li ser hesabê xwe yê Instagramê derbarê heftemîn civîna rêberên garantorên pêvajoya Astanayê li Têhranê û serdana Feysel El-Miqdad wezîrê karên derve yê Sûriyê bo Îranê di du rojên dawîn de nivîsî: Gotûbêjên ji bo hevkariyên navçeyî. li ser mijarên aborî erênî ne û bi perspektîfeke zelal ve girêdayî ne.Wezîrê karên derve yê Îranê got: “Piştî danûstandinên du rojên borî û encamdana serkevtî ya civîna pêvajoya Astanayê, hêvî heye ku çareseriya siyasî bibe yekem çareserî di qeyranên navçê de.”Heftemîn civîna welatên garantor a pêvajoya Astanayê êvariya sêşemiyê bi mazûvaniya Têhranê bi beşdariya serokomarên Îran, Tirkiye û Rûsyayê hat lidarxistin.

Başa dön tuşu