NûçeCîhanÎranRojhilatanavin

Emîr Ebdullahiyan îro pêşwaziya wezîrê derve yê Belarûsê dike

Husên Emîr-Ebdullahiyan, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, li Tehranê dê îro mêhvandariya “Vladimir Makî” wezîrê karên derve yê Belarûsê bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, wezîrên karên derve pêştir li kêleka 77`emîn civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê civiyan û li ser mijarên dualî û pêşhatên navçê gotûbêj kirin.

Di vê hevdîtinê de wezîrên karên derve yên Îran û Belarûsê li ser îradeya xwe ya ji bo cîbicîkirina lihevkirinên hevpar û pêşxistin û kûrkirina peywendiyan heta ku dibe bila bibe tekez kirin.

Pêşhatên li Efxanistanê, piştgirîkirina pêvajoya piralîbûnê, rûbirûbûna mueyîdeyên yekalî yên Amerîkayê û zêdekirina şêwirên siyasî û pisporî li civîn û saziyên navneteweyî yên pispor ji mijarên din ên vê gotûbêjê bûn.

Başa dön tuşu