NûçeÎranRojhilatanavinSûriye

Wezîrê Derve yê Sûriyê: Di danûstandinên navokî de em li kêleka Îranê ne

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel El Mikdad ku danê êvarê li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîrabdullahiyan hatibû Tehranê, duh li Wezareta Derve bi Emîrabdullahiyan re civiya.

Piştre El Mikdad derket pêşberî rojnamevanan û der barê hevdîtinên xwe de agahî dan. El Mikdad ji ber ku ewil li Tehranê ye kêfxweşiya xwe anî ziman û got, “Li ser hevkariyê me hevdîtin kir. Armanca serdana me ev e. Wezîrê Derve yê Îranê herwiha got: Em tekez dikin ku li hember êrîşên jehrî yên Amerîka û Îsraîl a dagirker em li kêleka rêber, hikûmet û gelê Îranê ne.

Piştre Wezîrê Derve yê Sûriyê El-Miqdad bal kişand ser perspektîfên hevpar ên Îran û Sûriyê û got: “Em ê jî beşdarî civîna Daxuyaniya Dostên Neteweyên Yekbûyî ku li Tehranê tê lidarxistin bibin. “Amerîka ji bo berjewendiyên xwe vê daxuyaniyê bi kar tîne.

El-Miqdad di berdewamiya daxûyaniyên xwe de diyar kir ku welatê wî navokî ya Îranê ya Îslamî ye
Herwiha tekez kir ku ew piştgiriya wê bernameyê û helwesta xwe di danûstandinên navokî de jî dike.

Başa dön tuşu