ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîr Ebdullahiyan: Rejîma narewa ya Îsraîlê wê ti cih û şûnek li pêşeroja navçê tinebe

Sekreterê giştî yê civîna navneteweyî ya piştgiriya ji întifaza Filistînê diyar kir: Dijminên navçê serê axir dê rêçareya siyasî li Sûriyê qeûl bikin û bêguman dê rejîma narewa û terorîstî ya Îsraîlê cih û şûnek xwe li pêşeroja navçê tinebe.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Huseyn Emîr Ebdullhiyan, sekreterê giştî yê civîna  navneteweyî ya piştgiriya ji întifaza Filistînê, roja înê êrişa eskerî ya Rejîma Siyonîstî ser Sûriyê şermezar kir û got: Îdiaya pûç a Rejîma Siyonîst derheq rawestana  li ber Hizbullahê li Sûriyê, binpêkirina mafên navneteweyî ji aliyê vê rêjîmê pîne nake.

Emîr Ebdullahiyan bal kişand ser vê yekê ku Til Avîv, dûhatên  vê fitnekeriya li Sûriyê tênagihêje û destnîşan kir: “Hizbullah bi hemî hêza xwe piştgiriyê dide ewlehiya li Lubnanê jibo rawestana  li ber terorîzma  tekfîrî û siyonîstî û Îran şanaziyê bi rola kêrhatî ya Hizbullahê li navçê dike“.

Huseyn Emîr Ebdullhiyan, sekreterê giştî yê civîna  navneteweyî ya piştgiriya ji întifaza Filistînê bal kişand ser vê yekê ku artêş û gelê Sûriyê, Rejîma Siyonîstî bêhêvî kirine û diyar kir: “Ev liv û tevger jibo piştgiriya ji terorîstan û bi armanca  parvekirina  welatên Îslamî cih tê“.

Çavkaniyeke sûrî ragihand: “Yek ji baregehên eskerî yên Sûriyê li başûrê rojava  balefirgeha Şamê sibeha pênşemiyê bi çend  mûşekên Îsraîlî ji nav erdên  dagirbûyî ket ber êrişan û li encama  wê hin teqîn qewimîn ku gelek xisar pê ketin“.

Pêştir çend caran balefirên cengê yên Îsraîlê ji bo piştgiriya ji terorîstan li Sûriyê, hin navçên  curbicur ên  vî welatî dabûn ber êrişê“.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu