Sekreterê giştî yê civîna navneteweyî ya piştgiriya ji întifaza Filistînê diyar kir: Dijminên navçê serê axir dê rêçareya siyasî li Sûriyê qeûl bikin û bêguman dê rejîma narewa û terorîstî ya Îsraîlê cih û şûnek xwe li pêşeroja navçê tinebe.
Li gorî rapora IRNA`yê, Huseyn Emîr Ebdullhiyan, sekreterê giştî yê civîna navneteweyî ya piştgiriya ji întifaza Filistînê, roja înê êrişa eskerî ya Rejîma Siyonîstî ser Sûriyê şermezar kir û got: Îdiaya pûç a Rejîma Siyonîst derheq rawestana li ber Hizbullahê li Sûriyê, binpêkirina mafên navneteweyî ji aliyê vê rêjîmê pîne nake.
Emîr Ebdullahiyan bal kişand ser vê yekê ku Til Avîv, dûhatên vê fitnekeriya li Sûriyê tênagihêje û destnîşan kir: “Hizbullah bi hemî hêza xwe piştgiriyê dide ewlehiya li Lubnanê jibo rawestana li ber terorîzma tekfîrî û siyonîstî û Îran şanaziyê bi rola kêrhatî ya Hizbullahê li navçê dike“.
Huseyn Emîr Ebdullhiyan, sekreterê giştî yê civîna navneteweyî ya piştgiriya ji întifaza Filistînê bal kişand ser vê yekê ku artêş û gelê Sûriyê, Rejîma Siyonîstî bêhêvî kirine û diyar kir: “Ev liv û tevger jibo piştgiriya ji terorîstan û bi armanca parvekirina welatên Îslamî cih tê“.
Çavkaniyeke sûrî ragihand: “Yek ji baregehên eskerî yên Sûriyê li başûrê rojava balefirgeha Şamê sibeha pênşemiyê bi çend mûşekên Îsraîlî ji nav erdên dagirbûyî ket ber êrişan û li encama wê hin teqîn qewimîn ku gelek xisar pê ketin“.
Pêştir çend caran balefirên cengê yên Îsraîlê ji bo piştgiriya ji terorîstan li Sûriyê, hin navçên curbicur ên vî welatî dabûn ber êrişê“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)