Larîcanî: Terorîzm amûra Îsraîlê jibo lawazkirina cîhana Îslamê ye

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê berfirehkirina terorîzmê siyaseta Rejîma Siyonîstî jibo lawazkirina cîhana Îslamê da zanîn.
Li gorî rapora ajansa nûçan a meclîsê serokê meclîsa Îranê îro yekşemiyê li hevdîtina komek ji nunerên parlemana Tûnisê li Têhranê mixabiniya xwe derheq qeyranên vê gavê li navçê nîşan da û got: Çêkirina bêtifaqiyê navbera firqe û mezhebêb Îslamî ji siyasetên Emerîka û Rejîma Siyonîstî jibo lawazkirina hêza gelên misilman e ku hişyariya welatên Îslamî dikare dawiyê bide vê komployê.
Larîcanî siyaseta Komara Îslamî ya Îranê li gor hevdiliya navbera welatên îslamî da zanîn û destnîşan kir: Hizrên xav û lawaz ên hin welatên Îslamî pêşiya hevdilî û yekitiyê li cîhana Îslamê girtiye.
Serokê meclisa Îranê peywendiyên siyasî, aborî û çandî navbera Komara Îslamî ya Îranê û Tûnsê ber bi pêş da zanîn û got : Îran amadeyî berfirehkirina têkiliyan û guhestina tecruban tev Tûnisê li warên kivşkirina qanûnan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)