IraqNûçeRojhilatanavin

Taxeka bajarê Bexdayê hat topbarankirin

Hat zanîn ku taxeka bajarê Bexdayê yê Iraqê ji aliyê kesên nenas ve hatiye topbarankirin.

Ajansên Iraqî dane zanîn ku îro danê sibê taxa Kerade ya Bexdayê, bi topên hawanê hatiye topbarankirin û ziyanek mezin gihîştiye taxê.

Li gorî agahiyan, tiştekî bi ti kesî nehatiye lê ziyanek mezin li avahiyên taxê ketiye.

Heta niha nayê zanîn ew topbaran ji aliyê kîjan hêz yan grûpê ve hatiye kirin.

Duh jî li taxa Zeytûne ya Bexdayê otomobîleka bombekirî teqiyabû, di encamê de 5 kes hatibûn kuştin û birîndar bibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu