Emîr Ebdullahiyan ser qawet û hêza artêşa Sûriyê sekinî
Emîr Ebdullahiyan, Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên navneteweyî, roja duşemiyê li hevdîtina tev Ednan Mehmûd balyozê Sûriyê li Têhrnê bal kişand ser vê yekê ku îdiaya Telavîvê li bara xistina balefira bêfirokevan a îranî li axa Sûriyê derew e û got: nîşanadyîna pirtiyeke hesin bi navê balefira îranî ji aliyê serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li civîan ewlehiyê ya Monîxê, îhaneta li şiûra berdengên civînê bû.
Binyamîn Nêtanyahû roja yekşemiyê li civîna ewlehiyê ya Monîxê bi nîşnadayîna pirtiyeke hesin îdia kir ku ev pirtiya ya balefira bêfirokevan a îranî ye ku 10 Sibatê derbasî herêma hewayî ya wan bûye.
Emîr Ebdullahiyan, Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên navneteweyî, peywedniyên Îran û Sûriyê stratejîk da zanîn û ser dewama hevkariyên Têhran-Şamê li alîkariya jibo damezrandian aramî û ewlehiyê li anvçê û bi taybet li Sûriyê sekinî.
Emîr Ebdullahiyan, Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên navneteweyî her wiha berfirehkirina hat û çûyînên navbear du welatan giring da zanîn û got: Komara Îslamî ya Îranê ji beşdariya rayeadrên sûrî li Têhranê û berfirehkirina şêwirînên siyasî yên du welatan li çarçoveya çareserkirina meselên heyî li anvçê pêşewaziyê dike.
Ednan Mehmûd balyozê Sûriyê li Têhranê jî li vê hevdîtinê got: Sernixûnkirina balefira cengê ya Îsraîlê li Sûriyê cihanîna biryara Sûriyê ji bo rawestana li ber her cure destdirêjiyê bû.
Balyozê Sûriyê li Têhranê her wiha got: Welatê wî tu rolek biyaniyan li amadekirina qanûna bingehîn qebûl nake û li gorî belgeyean li Sûçiyê, sûrî bi xwe dê li bara pêşeroja welatê xwe biryarê bidin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)