ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîr-Ebdullahiyan: Tu cure nermatî, muzakire û reform li rêketinnama navokî cih neyê

Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên navneteweyî bal kişand ser vê yekê ku tu cure nermatî, muzakire, tedîl û reformek li rêketinama navokî cih nayê û destnîşan kir: Ev stratejiya Komara Îslamî ya Îranê stratejiyeka hûr û kûr e.

 Li gorî rapora ISNAyê, Husêyn Emîr Ebdullahiyan, roja duşemiyê li gotûbêja  radyoyî, balkişand ser vê yekê ku  bêsoziyên  Emerîkayê li bara rêketinnam navokî neguherîe û got: v bêsozî dê dûhatên xwe  li hemî refatrên  navneteweyî û siyasî yên  Emerîkayê hebe.

Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên navneteweyî li bara  kiryara muhtemel a serokkomarê Emerîkayê li piştrastnekirina rêketinnama navokî û gefa  derketina Waşengtonê ji vê hevhatina  navokî, got: Emerîka di 100 rojên  mayî yên derfeta xwe hewl dide ku tev hin hevpeymanên  xwe yên ewrûpî li hev bike û ev hevhatina  dê li bara  mijara nvokî nebe belkî ser mijarên nenavokî ne.

Donald Trump, 12 Çillê rawestandina  boykotên  navokî yên Îranê domand lê hin şertên mîna  guhertina naveroka  rêketinnama navokî,  îmkana seredana  navendên eskerî û boykota mûşekî ya Îranê jibo xweyîrina welatê xwe nav rêktinnama navokî raghandin û got: Ger kongire û Ewrûpa van şertana cih neynin êdî rawestandina boykotan  dirêj nake û dê ji rêketinnama navokî derkeve.

Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên navneteweyî her wiha bal kişand ser vê yekê ku  li rêketinnama navokî hin sûd û berjewendî ji bo ewrûpiyan hatine kivşkirin û got: Ewrûpî hewl didin bi şêwaza xwe ya nerm rêketinnama navokî di astekê de xweyî bikin lê nihêrîna Emerîka û Ewûpayê li bara hêza navokî, mûşekî û hêza  berevaniya  Îranê hevpar. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Binerîn
Kapalı
Başa dön tuşu