ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîr Elî Hacîzade: Amerîka berê li ser Îranê tehdîd bû lê niha na

Fermandeyekî pasdarên Îranê dibêje, Amerîka berê li ser Îranê tehdîd bû lê niha na!

Fermandeyê hêzên hewayî yên pasdaran, Emîr Elî Hacîzade li ser aloziyên navbera Amerîka û Îranê ragihand, Amerîka qet behsa şerê bi Îranê re nakin ji ber ku dizanin dê bişkên!

Wî pasdarê Îranê, gemiya firokehelgir ya Amerîkî ya bi navê USS A.Lincoln, ku ev çend roj in gihîştiye sînorên başûr yên Îranê, jî tehdîd kir û ragihand, ew gemiya ku niha 40-50 firoke hilgirtiye û 6 hezar serbaz tê de ne, berê bo Îranê tehdîd bû lê niha na. Niha tenê bo me hedefek biçûk e! Êdî tehdîd bûne derfet.

Fermandeyê hêzên hewayî yên pasdaran gefa wê yekê jî li hêzên Amerîkî yên li kendava erebî de kom bûne, xwar û got, eger ew bilivin emê li wan bidin! Ew mîna goştê bin diranê me ne. Hema xwe bilivînin emê li nav serê wan bidin…!

Başa dön tuşu