ÎranNûçeRojhilatanavin

Firokeyeke naskirinê ya Sipahê li derdora Îranşehra Sîstan û Belûçistanê ket

Firokeyeke herî sivik a Cayro Plen (Gyro Plane) a Sipahê pasdarên înqilaba Îslamî ya Îranê li derdora bajarê Îranşehrê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilata Îranê tûşî kêşeyê hat û ket.

Firokeyeke herî sivik a Cayro Plen (Gyro Plane) a Sipahê pasdarên înqilaba Îslamî ya Îranê li derdora bajarê Îranşehrê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilata Îranê tûşî kêşeyê hat û ket.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a xwendekarên Îranê nasyar bi ISNA`yê ji zarê beşa peywendiyêîn giştî ya qerargeha Qudsê ya hêza bejahiyê ya Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, ev firokeya dema vegeriyana ji erk û pêspartiya xwe ya naskirinê li derdora Bajarê Îranşehrê tûşî pirsgirêkê bû û ket xwarê.

Li vê bûyerê du lêniştiyên vê firokeyê birîndar û şehîd bûn.

Beşa peywendiyên giştî ya qerargeha Qudsê ya hêza bejahiyê ya Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî ya başûrê rojhilata welêt li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ragihand: Pasdar Cefer Hucetî birîndarê bûyera ketina firokeya herî sivik a Sipahê sibeha îro sêşemiyê, 11`ê Cotmeha 2016`an, hevdem digel Roja Tasûaya Îmam Hisên (S) şehîd bû.

Serheng Qasim hesenzade li hevpeyivîna digel nûçegihanê IRNA`yê got: Firokeya dukesî ya herî sivik a Cayro Plenê (Gyro Plane) li riya vegeriyana ji erk û pêspartiya xwe bû ku mixabin roja buhurî tûşî bûyerê bû û yek ji birayên pasdar bi navê “Ehmed Mayêlî“ şehîd bû û kesek jî birîndar bû.

Wî her viha got: Şehîd Cefer Hucetî roja buhurî piştî ketina vê firokeya herî sivik birîndar bû û derdem bo nexweşxaneya Îranşehrê hat rakirin, lê sibeha îro tevî hewildana doxtoran ji ber giranbûna birînan şehîd bû.

Wî got: Merasima oxirkirina şehîd Hucetî sibê piştî xwendina nimêja Nîvroja Aşûrayê li Zahidanê tê lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu