ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê tendirustiyê: Îran wê tecrubeya xwe ya di warê pizişkî û dermanan de bide ber destê Iraqê

Wezîrê tendirustiya welatê me, piştî bi dawîhatina gotûbêjên xwe li Bexdayê, li civîna çapemeniyê ya roja çarşemiyê li bersiva bo xwesteka hevtayê xwe yê iraqî jibo bikaranîna tecrubeyên dermanî yên Îranê got: Komara Îslamiya Îranê amade ye ku tecrubeyên xwe yên di warê pizişkî û dermanan de bide ber desatê Iraqê.

Li gorî nûçen SAHAR TV yê ji zarê rapora IRNA`yê, doktor Seyd Hesen Qazîzade Haşimî, herwiha got: Komara îslamiya Îranê ji bo jiholêrakirina girêdayîbûna Iraqê ya ji hêla dermanan bo derveyî welêt, amade ye ku tecrubeyên xwe yên di warê pizişkî û dermanan de bide ber desatê Iraqê.

Wezîrê tenduristiya Îranê li bersiva pirsa nûçegîhanekî li ser dermankirina birîndarên şerrê dijî terorîsmê li Îranê destnîşan kir ku em hertim li kêleka xelkê Iraqê bûne bi taybet di warê dermankirina birîndarên şerrê dijî terorîmê û em qet alîkariyên xwe yên di vî warî de ji Iraqê nabirrin. Wî herwiha bal kişand ser ziyareta mîlyonî ya erbeîna hisênî ku hemî salê li Iraqê bi rêve diçe û got ku ziyareta erbeîna hisênî dilovaniyeke Xwedê ye ku hemî salê bi mîlyonan evîndar û heskiriyên ehlê beyta ismet û teharetê, ji seranserî cîhanê ber bi Kerbelayê va dikişand.

Wezîrê tendirustiya Iraqê jî di vê civîna çapemeniyê, qedrê alîkarî û piştevaniyên camêrane yên Komara Îslamiya Îranê di hemî pişkan de û ji wan di pişka dermankirinê de girt.

Wezîrê tendirustiya Îranê, berêvariya du sêşemiyê jibo hevdîtin û gotûbêja tev hevtayê xwe yê Iraqê û berpirsên din ên iraqî û vekirina nîşangeha pisporiyê ya alavên pizişkî yên Îranê li Bexdayê, derbasî vî welatî bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu