Emîr sertîp Emîr Hatemî, wezîrê berevaniyê yê Hêzên Çekdar ên Îranê, bal kişand ser vê yekê ku şerê sepandî yê Iraqê ser Îranê, bû baîs dost û dijminên Inqilaba Îslamî werin naskirin û diyar kir: Ji ber kûratiya dijmiantiyên li dijî Îranê, nihêrîneka bilind a stratejîk li Îranê pêk hat ku bû sedem Komara Îslamî ya Îranê hêz û qawetên berevaniyê bi dest bixe.
Wezîrê berevaniyê yê Hêzên Çekdar ên Îranê diyar kir: Stratejiya dijminan , lawazkirina qaweta neteweyî û hêza berevaniyê ya Îranê ye lê Komara Îslamî ya Îranê bi hemî hêza xwe dê nehêle kesek derbeyê li qaweta berevaniyê ya welêt xîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)