CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Emîr Hatemî: Nihêrîna Îranê li Rûsyê, nihêrîneka stratêjîk e

Wezîrê berevanî û piştevaniya hêzên çekdar ên Komara Îslamiya îranê, got: Nihêrîna Îranê li Rûsyê, nihêrîneka stratêjîk e û ev nihêrîna hemî waran digire ber xwe.

Emîr Sertîp Emîr Hatemî, îro şemiyê li hevpeyvîna bi Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, li ser dahatiya peywendiyên di navbera Îran û Rûsyê de û heza her du welatan ya jibo berfirehkirina peywendiyên leşkerî, destnîşan kir: Nihêrîna Îranê ya stratêjîk li Rûsyê, jibilî berûlayên leşkerî, berûlayên aborî û siyasî jî digire ber xwe.

Wezîrê berevaniya Îranê, herwiha got: Dema di navbera du welatan de peywendiyên stratêjîk hebin, wê asoyeka ron jî pêşberî wan her du welatan be.

Emîr Hatemî, li bara nîgeraniya Amerîkayê ya ji ber qahîmbûna peywendiyên di navbera Îran û Rûsyê de li meselên navçeyî yên wek mijara Sûriyê, got: Îran û Rûsye, di warê hevkariyên leşkerî û berevaniyê de hin pêngavên baş rakirin ku di wan de berjewendiyên her du welatan jî hatine berçavgirtin.

Wezîrê berevaniya Îranê, li bara hitmala îmzebûna peymana nû ya jibo kirrîna alavên leşkerî ji Rûsyê, destnîşan kir: Hin peywendiyên di warê kirrîn û heta firotina çek û alavên leşkerî de di navbera her du welatan de hene û ev peywediyane wê di çarçoveya dabînkirina berjewendiyên her du welatan de berdewam bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu