ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîr Hatemî: Peywendiyên Îran û Iraqê dê nekeve ber bandora mudaxileyan

Wezîrê berevanî û piştgiriyê yê Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê berêvara şemiyê bal kişand ser ser vê yekê ku peywendyên Îran û Iraqê pir xurt in û destnîaşn kir: Peywendiyên her du aliyan tu carî dê nekeve ber bandora mudaxileyan.

 Li gorî rapora IRNA`yê, serleşkir Emîr Hatemî li dawiya sefera Iraqê li nava koma nûçegîhanan ji mazûvaniya wezîrê berevaniyê yê Iraqê li vê seferê spasî kir û got: Peywendiyên  çandî, olî û dîrokî  yên zav navbera her du welatan hene ku ev peywendî rewş jibo hevkarî û têkiliya hn zêdetir a Komara  Îslamî ya Îranê û Iraqê ye.

Wezîrê berevanî û piştgiriyê yê Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser hevdîtinên xwe tev wezîrên  karên hundir, berevanî, raghandin û şêwirmendê ewlehiy neteweyî ya Iarqê û got: Li van hevdîtinan ser  berfirehkirina têkiliyên dualî û xurtkirina peywendiyên  berevanî û ewlehiyê yên Îran û Iarqê hat teqezkirin.

Serleşkir Emîr Hatemîher wiha bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê beşdariya li avedankirina Iraqê erka xwe dizane û destnîşan kir ku siyaseta Komara Îslamî ya Îranê alîkariya bo xelkê û dewleta Iraqê li hemî rewşan e.

Serleşkir Emîr Hatemî civîna komîta lêzanînê ya çaralî ya eskerî  bi beşdariya çalakên leşkirî û ewlehiyê yên Îran, Rûsiye, Sûriye û Iraqê li Bexdayê pir giring û kêrhatî nirxand û got: Hevkariya  van çar welatanli rawestana li ber terorîzmê ji bo dabînkirina ewlehî û aramiya Iraq û navçê pir kêrhatî bûye.

Wezîrê berevaniyê yê Îranê roja çarşemiyê jibo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên  iraqî re û her wiha  beşdariya li civîna  komîta çaralî bi beşadriya  nûnerên  Îran, Iraq, Rûsiye û Sûriyê gihêşt Iraqê.

Îran,  Rûsiye û Iraqê ji sala 2015` an  hevlabendiyeke  çaralî ji bo hevkariyên ewlehî- lêzanînî û her wiha  rawestana li ber terorîzmê pêk anîne. Heya niha  civînên  dewreyî yên çar welatan berdewam hatine  lidarxistin.

Başa dön tuşu