IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê: Tenê sedî yekê Mûsilê di destê terorîstên DAIŞ`ê de maye

Wezareta Berevaniya Iraqê dibêje, tenê ji sedî yekê (%1) Mûsilê di destê terorîstên DAIŞ`ê de maye.

Navenda lêzanînên şêrr a Wezareta Berevaniya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihandiye, roj bi roj dorpêça li ser çekdarên DAIŞ`ê li Mûsilê tengtir dibe û hêzên Iraqî zêdetir pêşde diçin.

Di daxuyaniyê de,hatiye gotin ku tenê %1 Mûsilê di destê DAIŞ`ê de maye ew jî dê di demek kurt de were azadkirin.

Ji hêla din ve, hêzên ewlehiya Iraqê, li çend taxên pişka rojavayî ya Mûsilê, qedexeya hatûçûnê ragihandine.

Li gorî raporên ku hatine weşandin, hêzên sîstima istixbarata Iraqê, agehdar bûne ku têrorîstên DAIŞ`ê ketina nav çend taxên aliyê rastê Mûsilê ji wan Dendan, Teyran, Wadî Hecer û Nebî Şîtê û dil hene operasyona terorîstî cih bînin.

Hêzên ewlehiyê, bona pêşîlêgirtina ji her cure operasyoneka terorîstî, li van taxan qedexeya hatûçûnê ragihandine.

Operasyona azadkirina roja 17 Cotmeha par dest pê kir û heta niha jî didome. Şerê Mûsilê niha tenê li nav çend taxên aliyê rastê bajêr didome, aliyê çepê bajêr bi temamî hatiye rizgarkirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu