Emîr Pûrdestan: Zirûfa berevaniyê ya Îranê zêde bûye
Emîr sertîp Ehmedriza Pûrdestan roja pênşemiyê li merasimekê bi munasibeta zindîxweyîkirina bîranîna camêrên artêşa Komara îslamî ya Îranê li 8 salan berevania pîroz li Têhranê got: Parastina hişyariyê li hember komployên dijmin pêdivî bûye û artêşa Îranê li gor gefan zirûfa xew ya berevaniyê zêde kiriye.
Cîgirê fermandê giştî yê artêşa Îranê destnîşan kir: Dijmin niha derbasî şerê terkîbî bûye û li vî şerî hemî amûran jibo derbelêxistina li Îranê bi akr tîne.
Emîr Pûrdestan her wiha bal kişand ser şerê 8 aslî ya sepandî li dijî Îranê û got: Li vî şerê sepandî her du cemserên Emerîka û Sowiyetê li dijî nizama Komara Îslamî ya Îranê bûn, lê têkoşerên Îslamê bi piştgiriya gelanî li hember cîhanê sekinîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)