CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Emîr sertîp Emîr Hatemî gihîşte Moskovayê

Wezîrê Berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê bona beşdariya di heştemîn konfgeransa ewlehiyê ya Moskovayê di serê desteyeke berevaniyê gihîşte vî bajarî.

Wezîrê Berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê, Emîr sertîp Emîr Hatemî li firokexaneya Moskovayê ji aliyê rayedarên pileberz ên leşkerî yên Rûsiyê va hat pêşwazîkirin.

Heştemîn Konferansa Ewlehiyê ya Moskovayê ji îro anku Sêşemiyê heta 25ê Nîsana 2019an li ser mijara alûgorên Rojhilata Navînê û aramiya rewşê li Sûriyê dê were lidarxistin.

Hilkolandina mijarên têkidarî parastina aştiyê, berfirehkirina hevkariyên leşkerî, ewlehiya navçeyî li Asya, Afrîqa û Amrîkaya Latîn jî ji mijarên din in ku di civîna ewlehiyê ya Moskovayê da tên hilkolandin.

Di salên dawî da heta zêdetir ji 80n rayedarên leşkerî û berevaniyê yên welatên cûrbicşûr beşdarî vê konferansa ewlehiyê kiriye.

Komara Îslamî ya Îranê salên bihurî jî di asta wezîrê berevaniyê da beşdariya Konfersna Ewlehiyê ya Moskovayê kiriye.

Başa dön tuşu