IraqNûçeRojhilatanavin

Pevçûna navbera hêzên ewlehiyê yên Iraqê û xwenîşanderan li bajarên başûrê vî welatî

Di dewama nerazîtî û xwenîşandana li bajarên başûrê Iraqê ku hevrê digel êrîşa kesên nenas li ser navendên dewletê û xerakirina malên gelemperî bû, navbera hêzên ewlehiyê û hejamreka xwenîşanderan pevçûn derket.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNAyê, Berpirsekî ewlehiyê yê Iraqê ku nexwest navê wî were birin, got: Li êrîşa çekdarî ya kesên nenas li ser avahiya dadgeha bajarokê El Semaweyê sê kes hatin kuştin.

Hin kesên derfetxwaz jî hevdem digel xwenîşandana gelê Besreyê li başûrê Iraqê, dil hebûn êrîşî ser avahiya parêzgariyê bikin ku polîs bi gaza rondikrêj ewna belavela kirin.

Hin kes ji nav xwenîşanderan jî bi êrîşa ser meydana niftê ya El Zubeyrê li başûrê Besreyê bi hêzên ewlehiyê ra pev çûn.

Ebdulhisên El Cabirî alîkarê Serokê navenda tendurustiyê ya parêzgeha Zîqarê li başûrê Iraqê jî got: Roja Yekşemiyê navbera hêzên polîsû  neraziyan şer û pevçûn derket ku di encamê da 15 nerazî û 25 hêêzn polîs birîndar bûn.

Li gorî raporên belavbûyî, Ji ber nerazîtî û xwenîşandana tund a roja Yekşemiyê li bajarên başûrê Iraqê 160 kes birîndar bûne.

Başa dön tuşu