Wezîrê berevanî û piştgiyiyê yê hêzên çekdar ên Îranê, îniyê şevê bal kişand ser vê yekê ku hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê di asta herî bilind a amadetiyê de ne û destnîşan kir îro Îro tu kes nawêre xar û kirêt temaşeyî Komara Îslamî ya Îranê bike.
Li gorî rapora Mêhr Newsê, emîr sertîp Hatemî li merasima rêzgirtina ji 25 Gulanê roja berxwedanê, bîranîna bajarê berxwedêr ê Dizfûlê li başûrê rojava Îranê li bara bêminetiya Îranê li warê çêkirina hemî kelûmelên berevaniyê agahî da û got: Komara Îsamî ya Îranê pîvanên qaweta xwe xurt kiriye.
Wezîrê berevanî û piştgiyiyê yê hêzên çekdar ên Îranê hêza berevaniyê yê Îranê li xizmeta ewlehiya xelkê navçê da zanîn û got: Gelê navçê û cîhanê li kêleka xelkê Îranê de ne.
Emîr Hatemî destnîşan kir ku tenê dijminên Îranê, Emerîka û Rejîma Siyonîstî û hevpeymanên wan in.
Wezîrê berevanî û piştgiyiyê yê hêzên çekdar ên Îranê bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê bi palpiştiya qaweta xwe ya berevaniyê îzeta xwe diparêze û destnîşan kir ku gelê mezin ê Îranê perwerdeyê destê hezretê Îmam Xumêynî(s) xîmdarê mezin ê Komaar îslamî ye û bin fermana gotinên rêberê giranqedr ê inqilaba Îslamî dê li warê nizama Komara îslamî çalak û li hember gefên dijmina dê berxwedêr bin.
25 Gulanê salroja berxwedana gelê bajarê Dizfûlê li hember mûşekbarana Iraqê li şerê sepandî ye ku bû sedem ev roja wek roja neteweyî ya berxwedanê û mayîndebûna li rojhejmêra fermî ya Komara îslamî ya Îranê were tomarkirin û Dizfûl wek paytexta berxwedanê ya Îranê were binavkirin.
Dizfûl li serdema şerê sepandî bi caran ket ber êriş û mûşekbarana Rejîma Besa Iraqê , çawa ku ev bajêra weke bajêra mûşekan bi nav kirin.