ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîr Seyarî: Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tam amade ye

Alîkarê hevdengkerê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, got: Artêşa Îranê, amade ye ku bersiveke vebirr û teqil bide her gefekê ya li ser sînorên bejahî, deryayî û hewayî yên welêt.

Emîrê deryadar Hebîbulah Seyarî, alîkarê hevahengkerê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, roja sêşemiyê li rex seredana li 16`emîn dewra destpêkê ya perwerdehiya ji bo şerra xwendekarên zanîngehên efserî yên artêşê li Têhranê, bal kişand ser vê yekê ku Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, tam amade ye û pêgîrî kir: Artêşa Îranê, ne tenê amadetiya xwe diparêze belki her rojê evê amadetiya xwe zêde jî dike.

Emîrê deryavan Seyarî, herwiha got: Gelek meşq û manovr li hêzên bejahî, hewayî deryayî yên Artêşa Îranê cih tên û anegorî rewşa amadetiya yekîneyan, meşq jî bi awayekî berdewam, didomin.

Wî pêgîrî kir: Artêş û hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, bi şiyanên ku li berûlayên curbicur hene, ama de ye ku bersiveke teqil bide her gefekê li her derekê.

Başa dön tuşu