IraqNûçeRojhilatanavin

Emîrê DAIŞê yê bi navê Ebû El Bera hat kuştin

Yek ji rayedarekî artêşa Iraqê bi navê Hebîb Şemrî di daxuyaniya xwe de ragihand ku “Li parêzgeha Diyalayê, berpirsyarê deverên derdora Çiyayên Hemrînê û serokê encumena şûrayê ya DAIŞê Ebû El Bera di encama êrîşên esmanî de hat kuştin.”

Hebîb Şemrî diyar kir ku li gorî îstîxbarata ku aşkere kiriye cihê civînê ya Ebû El Bera ew der e, êrîşa esmanî pêk hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu