IraqNûçeRojhilatanavin

Emîrê Dîwana Darayî ya DAIŞê yê bi navê ‘Ebû Mihemed’ li nav Mûsilê hat kuştin

Piştî derbasbûna hêzên iraqî bo nav çend taxên bajarê Mûsilê, di navbera wan û çekdarên DAIŞê de, şer bi giranî berdewam e û her du alî, di nav bajarê Mûsilê de şerê kolan bi kolan dikin.

Cîgirê Fermandeyê Operasyonên Hevbeş û Fermandeyê Operasyona Qadimûn Ya Neynewa, ferîq rukin Ebdulemîr Yarelah di daxuyaniyekê de kuştina berpirsekê mezin ê DAIŞê li nav bajarê Mûsilê piştrast kir.

Ebdulemîr Yarelah ragihand: “Li Taxa Sedam a li aliyê çepê bajarê Mûsilê, hêzên Antî-Terorê rûbirûyê çekdarên DAIŞê bûne û di encamê de hejmarek çekdarên DAIŞê hatin kuştin. Di nava kuştiyan de, Emîrê Dîwana Darayî ya DAIŞê, Faris Ebûbekir ê naskirî bi Ebû Mihemed jî heye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu