ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrebdulahîyan: Heleb li ber paqijkirina ji têrorîstan e

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li karên navnetewî got: Heleb li bakûra Sûrîyê li ber paqijkirina ji têrorîstan e.

Hisên Emîrebdulahîyan alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li karên navnetewî îro got: Serketina vê dawîyê ya artêşê û gelê Sûrîyê li opêrasyona azadkirina Helebê, pêngaveke mezin di rêya têkoşîna li hemberî têrorîsmê da ye.

Wî herwiha got: Komara Islamî ya Îranê bi awayekî xurt alîkarîyên misteşarî jibo dewlet û gelên Iraq û Sûrîyê û yên navçê di çarçova têkoşîna li hemberî têrorîsmê da didomîne.

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li karên navnetewî herwiha got: Bê guman têrorîstan yê cihek di pêşeroja navçê da tinebin.

Ramî Evdilrehman rêvebirê Koma Çavdêrîya Mafên Mirovan a Sûrîyê ku nivîsgeha wê li Londonê ye, îro ragihand ku kesên çekdar û neyarê dewleta vî welatî di rojên vê dawîyê da kontrola yek ji sêyê (1/3) rojhilata Helebê ji dest dane.

Wî herwiha got: Eva işkesta herîmezin jibo neyarên delweta Sûrîyê li Helebê ji sala 2012`an va tê hesêb.

Televîzyona Al-Alamê jî ragihand ku hin çavkanîyên nav komên têrorîst û çekdar pêkutî kirine ku kesên çekdar kontrola beşeke bakûra rojhilata Helebê tam ji dest dane (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu