ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrebdulahiyan: Japonya şirîkeka girîng ji bo Îranê li rojhilata Asyayê ye

Alîkarê taybet ê serokê Meclisa Îranê li karûbarên navnetewî, pêvajoya peywendiyên di navbera Komara Îslamî ya Îran û Japonyayê de erênî nirxand û got: Têhran, japonyayê şirîkê xwe yê girîng ê ji hêla siyasî û aboriyê li rojhilata Asyayê dizane.

Hisên Emîrebdulahiyan, roja çarşemiyê li hevdîtina bi Hîroyaso Kobayaşî, balyozê Japonyayê li Têhranê, herwiha got: Zextên yekalî yên ji aliyê Amerîkayê ve, nikarin peywendiyên kevnar ên di navbera Têhran û Tokyoyê de bêxin bin bandora xwe.

Alîkarê taybet ê serokê Meclisa Îranê li karûbarên navnetewî, pêşwaziya dewama gotûbêjên rayedarên parlimanî yên du welatan li mijarên navçeyî û navnetewî kir û destnîşan kir: Siyaseta Îranê hertim li ser bingeha parastina aştî û aramî û ewlehiyê li navçê û tevgera azad a enerjî û bazirganiya li Kendava Farsê bûye.

Emîrebdulahiyan, bal kişand ser alûgorên navçê û rewşa siyasî ya Iraqê yekgirtî da zanîn û got: Peywendiya siyasî ya di navbera Îran û Iraqê de wê peywendiyeke stratêjîk be.

Wî herwiha jibilî ravekirina alûgorên Sûriye û Yemenê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê, pişta muzakire û rêçareya siyasî ya ji bo çareseriya qeyranên navçeyî digire.

Hîroyaso Kobayaşî, balyozê Japonyayê li Têhranê jî li vê hevdîtinê bal kişand ser vegeryana  yekalî ya boykotên dijî Îranê ji aliyê Amerîkayê ve û destnîşan kir: Japonya ketiye qonaxa sêyemîn a muzakireyên xwe yên bi Amerîkayê re ji bo kêmkirina boykotên yekalî yên dijî Îranê.

Balyozê Japonyayê li Îranê, herwiha li ser geşkirin û berfirehkirina peywendiyên di navbera Têhran û Tokyoyê de pêgîrî kir.

Başa dön tuşu