ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Emîrebdulahîyan: “Komployên nû li navçê pêk tên“

Hisên Emîrebdulahîyan şeva buhurî li hevpeyvîna li geşta nûçeyan a Kanala 1 a têlêvîzyona Îranê herwiha got: “Wêdeçûna Seid Herîrî serokwezîrê Libnanê di çarçova plana Rêjîma Sîyonîst, Amerîka û Erebistanê de ji bo sekinîna li hemberî serketinên mêhwera berxwedanê li hemberî têrorîsmê û di eynî halî de xizmetek ji bo armancên Rêjîma Sîyonîst e ku têkildarî Libnanê hatîye darêştin“.

Seid Herîrî serokwezîrê Libnanê duh li bajarê Rîyaza paytexta Erebistanê ji posta xwe wêde çû.

Seid Herîrî piştî wêdeçûnê Komara Islamî ya Îranê û Hizbulaha Libnanê tawanbar kirin.

Rawêjkarê serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li karên navnetewî herwiha got: “Darêştina sênaryoya wêdeçûna Seid Herîrî ser bingeha alozkirina Libnanê ye ta ku Amerîka, Erebistan û Rêjîma Sîyonîst her yek bi dû qazancên xwe be“.

Wî herwiha got: “Eva ku Seid Herîrî Hizbulaha Libnanê û Komara Islamî ya Îranê dike armanc, dewama wê sênaryoya sexte ye ku serokomarê Amerîkayê destpê kirîye, siûdîyan agirê wê gurr kirin û sîyonîst jî ji ber wê planê kêfxweş bûne“.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu