ÎranNûçeRojhilatanavin

Sertîp Heyderî: Hêzên çekdar ên Îranê amade ne ku li hemberî her cûre destdirêjiya hitmalî rawestin

Fermandarê Hêza Zemînî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê ku gotinên beredayî yên rayedarên amerîkî derbarê Îranê, bêencam in, got: Hêzên çekdar ên Îranê amad ne ku bersiva her cûre destdirêjiyê di dema herî kin da bidin.

Fermandarê Hêza Zemînî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Emîr sertîp Kiyomers Heyderî li gotûbêja bi nûçegihanan ra bi gotina vê yekê ku ji dema serketina Înqilaba Îslamî va heta niha amerîkiyan hertim dijî Îrana Îslamî komplo kirine, got: Gelê Îranê bi yekîtiya û hevgirtina neteweyî wekî berê dê bersiveka tund û qahîm bidin komplo û gefên dijminan .

Setîp Heyderî her wiha got: Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê jî dê rê nedin ku tu xeterek gefê li sînor û hebûna welêt bixwe û aamde ne ku li hemberî her cûre destdirêjiya hitmalî rawestin.

Fermandarê Hêza Zemînî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser bikaranîna tevahiya şiyana hêzên çekdar û got: Hêzên çekdar ên Îranê tu hewcetîyek bi çek û amûrên biyanî tunînin.

Başa dön tuşu