FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrebdullahîyan: Danuistandina Serdemê serê xwe nagire

Alîkarê Taybet ê Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê di Karên Navnetewî da amajeyî civîna dijî Filistînê ya li Behrêynê kir û pêgirî kir: Danuistandina Serdemê serêxwe nagire

Alîkarê Taybet ê Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê di Karên Navnetewî da Hisên Emîrebdullahîyan plana Danuistandina Serdemê yek ji kiryarên neberaqil ên Serokomarê Amerîkayê Donald Trump zanî û got: Danuistandina Serdemê yê bibe sedem dewreke nû ya serhildana dijî Rêjîma Sîyonîst destpê bibe.

Emîrebdullahîyan amajeyî xîyaneta hin serokên welatên Ereb bi saya bifermînaskirina rêjîma dagirkerê Qudsê kir û got: Erebistan, Imarat û Behrêyn li cîhana Ereban di vî warî da ketine rikeberîyê lê ew welatan di nav xwe da bi pirsgirêkên ciddî ra rûbirû ne.

Alîkarê Taybet ê Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê di Karên Navnetewî daderbarê Konfiransa Aborî ya Behrêynê de jî got: Sîyonîst di van salên dawîyê da giheştine wê encamê ku asayîkirina peywendîyên dîplomatîk digel welatên islamî bi wan re nepêkan e lewma bi dû berfirekirina peywendîyên ticarî ne.

Emîrebdullahîyan herwiha amajeyî mazûvanîya rêjîma Behrêynê jibo civîna dijî Filistînê kir û hişyarî da: Binemala Xelîfe bi vê mazûvanîyê dê berdêla xîyaneta li armanca Filistînê bide û wê pêleke nû ya serhildanên gelanî destpê bike.

Paytexta Behrêynê şarê Manamê di 25 û 26`ê yî mazûvanîya civîna aborî di çarçova plana amerîkî-sîyonîstî ya Danuistandina Serdemê da bike. 

Ligorî plana amerîkî-sîyonîstan a Danuistandina Serdemê, Quds yê radestî Rêjîma Sîyonîst bê kirinê, awareyên filistînî yên li welatên din mafê vegerê tinabin û Filistîn yê tenha bibe xwedîyê erdên mayî li rexê rojavaya çemê Urdinê û Zîvala Gezzê.

Başa dön tuşu