FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrebdullahiyan: Karê sereke, azadiya Filistînê bi riya Berxwedanê ye

Alîkarê taybet ê serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê li karûbarên navneteweyî, got: Azadiya erdên dagîrbûyî yên Filistînê, her wekî ber karê sereke yê yekemîn tê hesêb û eva wê ji rêya Berxwedanê ve serê xwe bigire.

Hisên Emîrebdulahiyan, alîkarê taybet ê serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê li karûbarên navneteweyî, roja çarşemiyê li peyama pîrozbahiyê ya bona bijartina Îsmaîl Heniye bi serokatiya nivîsgeha siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS), destnîşan kir: Hewldanên dijminê siyonîst jibo jibîrkirina mijara Filistînê bi rêya piştgiriya ji terorîsma tekfîrî, pêkanîna pevçûnên mezhebî û nakokiya di nava cîhana îslamê de, wê şikestê bixwe.

Hisên Emîrebdullahiyan, herwiha li vê peyamê, bal kişand ser piştgiriya webirr a Komara îslamiya Îranê ji berpirsyariya mezin û bi şanazî ya gelê Filistînê li berevaniya ji Qudsa Şerîf û Mizgevta El Eqsayê û ji xwedayê mezin xwest ku hemî têkoşerên bereya Berxwedana dijî rejîma Dagîrkerê Qudsê bi ser kevin.Rêberên Tevgera HAMAS`ê, îniya buhurî Îsmaîl Heniye, wekî serokê nû yê nivîsgeha siyasî ya HAMAS`ê bijartin.

Îsmaîl Heniye, wekî serokê nû yê nivîsgeha siyasî ya Tevgera HAMAS`ê, dewsa Xalid Meşel girtiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu