ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrebdullahiyan: Yeketiya Ereb bê hêtibartir ji her wextekî dine

Husên Emîrebdullahiyan alîkarê taybete serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî li hemberî daxûyaniya Yeketiya Ereb got: Sekretirê giştî yê misrî yê yeketiya Ereb bila bizanibe ku serokên Rejîma Alê Seûd ewqas aloz û şeperzene ku nikarin welatên erebî bi xwe ra hevrê bikin.

Husên Emîrebdullahiyan destnîşan kir; Yeketiya Ereb li dewsa piştevaniya ji êrişa eskerî û ewlehî ya Erebistanê ser Yemen, Sûriye, Behrêyn, Iraq û bê leyaqetiya Alê seûd li îdarekirina rêûrisma Hecê, çareyek bona piştevaniya ji xelkê mezlûme Filistînê peyda bike û reftara şaşe seûdiyan ji piştevaniya ji terorîstan bila mehkûm bike.

Civîna Konseya wezîrê karên derve yên Yeketiya Ereb roja pêncşemê pê derxistina daxûyaniyekî dijî Îranê kuta bû.

Vê Konseyê herwisa li hemberî gotinên Rêberêî Giranqedre inqilabê yên li bara rêûrisma salaneye Hecê jî bertek nîşan da.

Konseya wezîrê karên derve yên Yeketiya Ereb bilî rexneya ji gotinên Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rêberê mezine inqilabê îdia kir; Ev gotinane bi van xebatên ku Erebistan û paşahê vî welatî bona îslam û misilmanan û rêûrisma Hecê dike cur nayê.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rêberê mezine inqilabê roja sêşemiya bihurî û li peyama xwe ya salane ya Heccê ji jêhatînebûna hakimên Seûdî bona birêvebirina rêûrisma Heccê rexne kir û ji dewlet û welatên îslamî xwest fikrekê bo birêvebirina Mekê û Medînê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu