AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrebdullhiyan: Şerê rewanî yê boykota Emerîkayê dê neghêje encamê

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî got: Bê guman şerê rewanî yê Emerîkayê li cihanîna boykotan li dijî Îranê dê neghêje encamê.

 Li gorî rapora Mêhr News`ê, Huseyn Emîrebdullahiyan, Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî li hevdîtina Rustem Yehya, balyozê Malizyayê li Têhranê bal kişand ser cihanîna boykotên  zalimane yên Emerîkayê li dijî Îranê û got: Tirsa ku Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ji boykotan li hin  welatan  pêk tîne, ji rasitiyên  boykotê mezintir in.

Emîrebdullahiyan ser peywedniyên  erênî û kevnar ên Îran û Malizyayê jî sekinî.

Wî her wiha bal kişand  ser rewşa misilmanên  Rohîngiyayê û got: Welatên îslamî nabe ji rewşa diltezîn  û nalebar a kêmîna  misilman a Miyanmarê xafil bimîne.

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî bal kişand  ser dewama qeyrana  li Behreynê, Yemen û Miyanmarê û hêvî kir ku şarezayên  welatên îslamî bikaribin bona cihhatina  aşityê pêngavan rakin.

Rosterm Yehya balyozê Malizyayê li Têhranê jî li vê hevdîtinê got: Her du welat peywedniyên  baş û mayînde hene û peywedniyên  siyasî yên  Têharn û Kuwalalampûrê dia steke bilind de ne.

Balyozê  Malizyayê li Têhranê di dewamê de  mesela Rohîngiyayê ji meselên pir cidî da zanîn û got: Nihêrîna herî baş eva ye ku  li mesela  Miyanmarê bi awayekî piraktîkî binêrin.

Rostem Yehya hêvî kir ku bi xurtkirin û berfirehkirina têkilî û alûgurên  parlemanî û siyasî bi alîkariya Îranê bikarbin rêçareyên baş bona lîkariya bi qeyranên heyî bi dest bixin.

Balyozê Emerîkayê li Têhranê amadetiya welatê xwe bona  berfirehkirina  zêdetir a  peywendiyên  parlemanî bi Îranê re raghand.

Başa dön tuşu