Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî got: Bê guman şerê rewanî yê Emerîkayê li cihanîna boykotan li dijî Îranê dê neghêje encamê.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, Huseyn Emîrebdullahiyan, Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî li hevdîtina Rustem Yehya, balyozê Malizyayê li Têhranê bal kişand ser cihanîna boykotên zalimane yên Emerîkayê li dijî Îranê û got: Tirsa ku Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ji boykotan li hin welatan pêk tîne, ji rasitiyên boykotê mezintir in.
Emîrebdullahiyan ser peywedniyên erênî û kevnar ên Îran û Malizyayê jî sekinî.
Wî her wiha bal kişand ser rewşa misilmanên Rohîngiyayê û got: Welatên îslamî nabe ji rewşa diltezîn û nalebar a kêmîna misilman a Miyanmarê xafil bimîne.
Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî bal kişand ser dewama qeyrana li Behreynê, Yemen û Miyanmarê û hêvî kir ku şarezayên welatên îslamî bikaribin bona cihhatina aşityê pêngavan rakin.
Rosterm Yehya balyozê Malizyayê li Têhranê jî li vê hevdîtinê got: Her du welat peywedniyên baş û mayînde hene û peywedniyên siyasî yên Têharn û Kuwalalampûrê dia steke bilind de ne.
Balyozê Malizyayê li Têhranê di dewamê de mesela Rohîngiyayê ji meselên pir cidî da zanîn û got: Nihêrîna herî baş eva ye ku li mesela Miyanmarê bi awayekî piraktîkî binêrin.
Rostem Yehya hêvî kir ku bi xurtkirin û berfirehkirina têkilî û alûgurên parlemanî û siyasî bi alîkariya Îranê bikarbin rêçareyên baş bona lîkariya bi qeyranên heyî bi dest bixin.
Balyozê Emerîkayê li Têhranê amadetiya welatê xwe bona berfirehkirina zêdetir a peywendiyên parlemanî bi Îranê re raghand.