ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Emîrevdilahîyan: Lidarxistina giştpirsîyê li Kurdistana Iraqê, şaşitiya stratejîk a Barzanî ye

Alîkarê taybet ê serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li karên navnetewî, Lidarxistina giştpirsîyê li Kurdistana Iraqê, wek şaşitîya stratejîk a serokê vê herêmê da zanîn.

Hisên Emîrevdilahîyan alîkarê taybet ê serokê meclisa Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li karên navnetewî îro li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a IRNA`yê, bi gotina vîya ku Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê xwe derbasî pêvajoyekê kirîye ku ewlehîya Iraqê dixe ber xeterê, ragihand: Giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji vî welatî bandoreke xirab li ewlehî, tifaq û yekperçetîya axa Iraqê û heta deverê dike.

Wî bi gotina vîya ku Erebistan ji sala 2011`ê ve heta niha bê guman li pişt gellek nearamîyên li deverê ye, dîyar kir: Erebistan piştî çend salan giheştîye vê encamê ku şer nikare wek rêçare bê zanînê, lewma di germegeram şerê Yemenê de, siûdîyan bi dizî ve navbeynkarek şandin Îranê û ji Têhranê dixwazin ku alîkarîyê bike hûsî û siûdî bi dizî ve muzakirê bikin.

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li karên navnetewî herwiha got: Şerût li navçê kas ketine û derfeteke baş jibo rêçareya sîyasî jibo qeyranên herêmê pêk hatîye.

Emîrevdilahîyan li dawîyê bal kişand ser rewşa giran a misilmanan li Miyanmarê û pêngavên Îranê jibo çareserkirina vê qeyranê û got: Meclisa şêwra islamî ya Îranê komîteyek taybet jibo şopandina mijara misilmanên rûhîngîyayî pêk anîye.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu