ErebîstanÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Emîrevdilahîyan: Pêwîst e êrişkerên ser Yemenê li dadgeha navnetewî bên muhakimekirin

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li karên navnetewî got: Sebebkarên êrişa ser Yemenê divê wekî cinayetkarên cengê li dadgeha navnetewî dîwana bikin.

Hisên Emîrevdilahîyan, alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li karên navnetewî li gotûbêja ligel beşa nûçan a Kanal 1`a têlêvîziyona Îranê li bara êrişa mûşekî ya şeva buhurî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê ser bajarê Taifê, pêkutî kir: Bersiva mûşekî ya hêzên yemenî ser Erebistanê vê peyamê digihîne ku hêzên berxwedêr ên yemenî li hemberî êrişkerên siûdî, destgirêdayî nînin û her dema biryarê bidin dikarin li kûratîya axa Erebistanê bersiva êrişên vî welatî bidin.

Emîrevdilahîyan bi gotina vîya ku armanca hêzên yemenî têkbirina baregehên hêzên erebistanî ye, ragihand ku hêzên yemenî hevgavê amadebûna tam û serdestbûna li muzakireyên sîyasî, li meydana cengê jî serdest in.

Hisên Emîrevdilahîyan, alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li karên navnetewî herviha dew û doza mêdyayên siûdî li bara avêtina mûşekê ji hêla hêzên Ensarulahê ber bi papora cengê ya Amerîkayê va red kir û got: Armanca van mêdyayan, xalifandina raya giştî li ser cinayeta cengê ya vê dawîyê ya Erebistanê li bajarê Senaya paytexta Yemenê û gurrkirina rewşê jibo domandina cinayetên bi vî rengî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu